Erbil 38°C Saturday 21 Jun 21:59

QSD: Êrîşa Tirkiyê dê bandoreke mezin li îstiqrar û şerê li dijî DIŞIê bike

dibêje emê berevanî ji xwe bikin
کوردستان TV
100%

QSD`ê têkildarî gefên dewleta Tirk ên dagirkirina Bakur û Rojhilat Sûriyê daxuyaniyek da û got “Tevî kar û xebata ji aliyê me ve ku operasyonên leşkerî bi Tirkiyê re çênebin û nermbûna me ji bo avakirina mekanîzmaya ewlehiya sînor û pêkanîna erkên li ser milê me dikevin, lê hêzên Amerîkayê erkên xwe pêk neanîn û hêzên xwe ji herêmên sînorê bi Tirkiyê re vekişandin.”

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) têkildarî vekişandina hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:  Tevî kar û xebata ji aliyê me ve da ku operasyonên leşkerî bi Tirkiyê re çênebin û nermbûna me ji bo avakirina mekanîzmaya ewlehiya sînor û pêkanîna erkên li ser milê me dikevin, lê hêzên Amerîkayê erkên xwe pêk neanîn û hêzên xwe ji herêmên sînorê bi Tirkiyê re vekişandin. Niha jî Tirkiye amadekariya operasyona dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Ev operasyona leşkerî ya Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê bandoreke neyînî ya mezin li şerê bi çeteyên DIŞI`ê re bike, her wiha dê xebata salên çûyî ji bo îstiqrarê jî têk bibe.

Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kêliyekê ji bo parastina xwe ranawestin. Em bang li gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê yên Ereb, Kurd, Suryan û Aşûr dikin ku xwe bikin yek û li kêleka hêzên xwe yên rewa bisekinin da ku parastina welatê xwe ji êrîşên Tirkiyê bikin.”

anha

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.