Li Kobanê jî bi hezaran kes daketin qadan û gefên dewleta Tirk ên bi armanca dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.
Berketên gel ên li dijî dewleta Tirk a dagirker zêde dibin. Bi hezaran şêniyên katona Kobanê li qada Jina Azad a navenda bajar kom bûn û gefên Tirkiyê bi tundî şermezar kirin.
Şênî ji qada Jina Azad heta qada Aştî ya nêzî deriyê sînorê bi Tirkiyê re meşiyan.
Di meşê de wêneyên şehîdan û pankartên "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk ne", Dagirkeriya Tirkiyê hebûn û çanda kurdan tine dike", "Ji bo Rojava serî hildin û ji Osmaniya nû re na" hatinbûn hildan.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin