Erbil 38°C Saturday 21 Jun 14:10

Tirkiye û terorîstên vê bi hevre êrîş dikin

tirkiye û terorîstên îslamî bihevre dijî Kurdan êrîşan dikin
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên taybetî ji Rojavayê Kurdistanê duhê bi fermana Erdogan operasiyona dagîr kirina Rojavayê Kurdistanê bi topbaran û bordiman kirina Rojavayê Kurdistanê destpê kir.

Jêder ji Rojavayê Kurdistanê behsa vê yekê dikin ku di encama bordiman û topbaranên Tirkiyeyê de, li Serê Kanî û derdorê û Qamîşloyê 5 welatiyên medenî û du şervanên HSDê canê xwe ji dest dane û 4 welatiyên medenî jî birîndar bûne.

Herwiha hate zanîn ku sayloya geniman hatiye bordimankirin û zirarên mezin ji bi xanî û malên welatiyên medenî ketine.

Artêşa Tirkiyeyê, terorîstên Qaîde, Nusre, Heyeta Tehrîr Şam û DIŞIê bi hevre êrîşî ser Rojavayê Kurdistanê dane destpê kirin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.