HSD: Li Serê Kaniyê 15 çekdarên alîgirên Tirkiyê hatin girtin û 5 jî hatin kuştin
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê, tîmeka çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ve girtin û 5 çekdar jî kuştin.
Jêderekî ji HSDê ji peyamnêrê K24ê re ragihand, şervanên HSDê nêzîkî 15 kesan, ku endamên şaneyeke ser bi artêşa Tirkiyê ve bûn, li Serê Kaniyê desteser kirin, ku hewl didan aloziyê li nava bajêr derbixin.
Wî jêderî da zanîn jî, 5 çekdar jî dema hewl didan ji aliyê Tirkiyê ve derbasî nava Serê Kaniyê bibin, ji aliyê şervanên HSDê ve hatin kuştin.
Bi gotina wî jêderî, artêşa Tirkiyê dixwaze derbasî gundên derdora Serê Kaniyê bibe lê HSDê rê li ber wan girtiye, ji ber wê jî niha şer û pevçûn heye li wan deran.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin