DXB daxwaza hevkarî kirina Rojavayê Kurdistanê dike

dibêje bila hevkariyên însanî pêşkêşî Rojavayê bikin
کوردستان TV
100%

Dezgeha xêrxwaziya Barzanî derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de daxuyaniyek weşand û di daxuyaniyê de dilgiraniya xwe ya li hember operasyon û êrîşên Tirkiyeyê yên bo ser Rojavayê Kurdistanê diyar kir û daxwaz kir ku ev şerê han demlidest were bidawî anîn.

DXB di beşeke din ji daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku rewşa însanî ya li Rojavayê gelek aloz û metirsîdare jiber vê yekê em daxwaz ji tevahiya sazî û dezgehên medenî yên cîhanî dikin daku bi rêya DXB hevkariyên xwe yên însanî bigehînin Rojavayê Kurdistanê.

DXB herwiha daxwaz ji wan saziyan û aliyên din yên têkildar kiriye daku di hevkarî kirina xelkê Rojavayê Kurdistanê de li gel DXB hevkar bin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.