Piştî ku artêşa Tirkiye û çeteyên cîhadî yên Tirkiyeyê belav kirin ku qaşo devera Silûk ya ser bi Girê Spî dagîr kirine, riwangeha mafên mirovan ya Sûrî belav kir ku hêzên Kurdî bi awayekî taktîkî û demkî ji Silûkê vekêşan daku çete û leşkerên Tirk bikevin nava deverê.
Riwangeha mafên mirovan ya Sûrî belav kir ku piştî ketina çete û artêşa Tirkiyeyê hêzên Kurdî êrîşî ser wan kirine û di encama êrîşê de herî kêm 17 leşker û çete hatine kuştin û 4 şervan jî şehîd bûne.
Çavkanî diyar kir ku şer li Silûkê berdewame û beşeke herî mizin ji Silûkê niha di kontrola HSDê deye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin