Erbil 38°C Saturday 21 Jun 10:27

SOHR: Serê Kanî di destê şervanên Kurd deye

dibêje tirkiye û cîhadî nikarin deverên dagîr bikin
سه‌رێكانێ
کوردستان TV
100%

Şer û operasiyonên Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê di roja xwe ya 6an de didomin.

Beriya çend rojan wezareta berevanî ya Tirkiyeyê û duhê jî Erdogan diyar kiribûn ku Serê Kanî û Girê Spî bi temamî ketine destê wan.

Lêbelê îro riwangeha Sûrî ya bo mafên mirovan ku bibawertirîn çavkaniya nûçeyan ya Sûriyeyê ye, daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniha SOHRê de hatiye gotin ku Serê Kanî bi temamî di destê hêzên Kurdî deye û artêşa Tirkiye û cîhadî ji Serê Kaniyê hatine derxistin.

SOHR di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye ku li Girê Spî jî şereke dijwar di navbera şervanên Kurd û artêşa Tirkiyeyê de berdewame û ji her du aliyan wendahiyên gelek zêde hene. SOHR dibêje 133 şervanên Kurd canê xwe ji dest dane û 120 leşker û cîhadiyên Tirkiyeyê jî hatine kuştin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.