Şanda ENKSê serdana parlementoya Kurdistanê kir

behsa rewşa Rojavayê Kurdistanê kirin
کوردستان TV
100%

Îro şanda ENKSê serdana parlementoya Kurdistanê kir û li gel Cîgirê Seroka parlementoyê Hêmin Hewramî civiya.

Di civînê de her du alî behsa rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê, operasiyona Tirkiye û cîhadiyan bo ser deverê kirin.

Herwiha di civînê de behsa metirsiya dubare bihêz bûna terorîstên DIŞIê li deverê de hate kirin û hate gotin ku lazime part û aliyên Kurdî li vê beşê Kurdistanê bi yek dengî û yek helwestî tevbigerin.

Cîgirê Seroka parlementoyê herwiha diyar kir ku îro dîsa parlementoya Kurdistanê li ser vê mijarê dicive û helwesta xwe bi fermî bo raya giştî eşkere dike.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.