Serokê Herêmê li gel şandeke Brîtanî civiya

hevkariyên Brîtanyên bo Kurdistanê berdewam dibin
کوردستان TV
100%

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel şandeke Brîtanî ya bi Serokatiya Şêwirmendê Brîtanya yê bo karûbarên Rojhilata Navîn general John Lorimer civiya.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî spasiya Brîtanyayê kir ku di şerê dijî DIŞIê de hevkariya herêma Kurdistanê kiriye û Barzanî tekezî li ser dom kirina hevkariyên Brîtanya û civaka cîhanî yên bo parastina destkeftên şerê dijî terorê li Kurdistan û Îraqê kir û diyar kir ku vê ev hevkariyên han pêşî ji dubare serhildana terorê bigirin.

Ji aliyê xwe ve jî John Lorimer diyar kir ku Brîtanya bi berdewamî piştgîrî û hevkariya Kurdistan û Îraqê di şerê dijî terorê de dike û amade bûna welatê xwe ya bo berdewam kirina wezareta pêşmerge ya bo cîhbicîh kirina projeya reforman diyar kir.

Di berdewamiya civînê de ku wezîrê pêşmerge û Konsulusê Brîtanyayê yê li Hewlêrê jî têde beşdar bûn, behsa rewşa Îraqê, xwepîşandanên li parêzgehên Îraqê, rewşa Sûriye û operasiyona Tirkiyeyê ya bo ser Rojhilatê çemê Firatê, rewşa însanî ya li deverê û rewşa giştî ya deverê hate kirin.

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.