Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yêkîtiya Ewrûpayê yê li Iraqê kir

behsa metirsiyên DIŞIê bo ser deverê kirin
کوردستان TV
100%

Îro sêşem li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Yêkîtiya Ewrûpayê yê  li Iraqê Martin Huth kir.

Di hevdîtinê de ku Berpirsê Nivîsîngeha Yêkîtiya Ewrûpa li Hewlêrê jî tê de amade bû, Balyozê Yêkîtiya Ewrûpa li Iraqê yê ku ev çend roje li Bexdayê dest bi karên xwe kiriye, pêzanînên xwe li hember wan pêşketinên erêniyên li Herêma Kurdistanê bi beramber li gel navçeyê hatiye holê diyar kir. Herwiha spas û pêzanînên xwe ji bo rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê terorîstên DIŞIê û hewandina sedan hezar koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hebû.

Di beşekî dinê axaftina xwe de Balyozê Yêkîtiya Ewrûpa li Iraqê helwesta Yêkîtiya Ewrûpa ya li ser rewşa niha ya Sûriye ji bo Serok Barzanî şîrove kir.

Di berdewamiya civînê de Serok Barzanî pîrozbahiya destbikarbûna Balyozê nû yê Yêkîtiya Ewrûpa li Iraqê kir û hêviya serkeftinê xwest. Ji bilî balkişandina li ser sedemên serhildana wê rewşa ku li Sûriye hatiye holê dilgiraniya xwe û têbîniyên li ser rewş û paşaroja gelê Kurd li Sûriye xisterû.

Di dawiya civînê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, çê bûna rewşa nû ya li Îraqê û metirsiyên dubare serhildana terorîstên DIŞIê li Îraq û Sûriyeyê hate kirin.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.