Li gor raporteke navenda Hengaw ya bo mafên mirovan, di çarçoveya xwepîşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de, heta niha zêdetir ji 300 welatiyên Kurd li bajarên curbicur li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.
Hengaw belav kiriye ku her di nava wan 3 rojên xwepîşandanan de herî kêm 30 welatiyên Kurd hatine kuştin.
Weke tê zanîn ev 4 roje li piraniya bajarên Îranê li dijî giran kirina buhayê benzînê xwepîşandanên grseyî tên kirin û heta niha hijmareke zêde bank, tirimbîl û navendên dewletê ji aliyê xwepîşanderan ve hatine şewtandin û zêdetir ji 120 kesan jî hatine kuştin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin