Duhê bi şev ciwanek temen 35 sal li Akrê agir berda xwe û jiber zêde bûna rêjeya şewatê di leşê vî de, canê xwe ji dest daye.
Di vê derbarê de Peyvdarê polîsê Akrê Firas Yasîn eşkere kiriye ku duhê bi şev ciwaneke temen 35 sal bi navê E.M yê ku şêniyê taxa Gulan ya Akrê bûye û di nava hêzên ewlekarî de kar kiriye, agir bi leşê xwe berdaye û jiber zêde bûna rêjeya şewatê, nav hatî canê xwe ji dest daye.
Derbarê sedema vê bûyerê de ti zaniyarî nehatine belavkirin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin