Lehiyên ku duhê li Dihukê jiber barîna bixor rabibûn, zirarên mezin dane xelkê.
Li gor zaniyariyên peyamnêrê Kurdistanêtv, duhê di encama barîna bixor ya li Dihukê de, lehiyên mezin rabûne û di encama lehiyan de zirarên mezin yên madî ber xelkê ketine.
Peyamnêrê me eşkere kir ku yek ji wan lehiyan li taxa Berojkê ya li Bakûrê Rojhilatê Dihukê bûye ku di encama lehiyê de zirar bi 48 tirimbîl, 100 dikan û 400 xaniyan gehandiye.
Herwiha li Zaxo, Şêxan û çend deverên din jî jiber rabûna lehiyê, him ziranê canê û him jî zirarên madî çê bûne.
Ji aliyeke din ve îro dezgeha xêrxwaziya Barzanî bilez hevkariyên xwe gehandine xelkê Zaxoyê ku jiber lehiyê rastî zirarê hatibû.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin