Peyamnêrê Kurdistantvê yê li devera Balakatê ragihand ku îro danê sibê di encama teqîna mînekê de ciwanekî Kurd bi navê Mistefa Îbrahîm Husên ku temen 29 sale, canê xwe ji dest daye.
Li gor zaniyariyan Mistefa Îbrahîm bi mebesta kom kirina giyayên buharî serdana zozanên deverê kiriye û pê li mînê kiriye û mîn teqiyaye û di encam de canê xwe ji dest daye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin