Erbil 38°C Wednesday 25 Jun 16:26

Li Silêmanî du kes hatin girtin

yek bi navê şaredariyê pere ji xelkê stendiye
کوردستان TV
100%

Birêveberatiya Polîsê Silêmanî belav kir ku îro hêzên polîs li Silêmanî karîne du kesan ku tawanên curbicur kirine binçav bikin.

Li gor daxuyaniya han yek ji wan kesan bi navê karmendê şaredariyê pere ji xelkê stendiye û ewê din jî  bi kêran êrîşî ser ajovanê taksiyekê kiriye û hewl daye taksiya vî bidize.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku dosyeyên wan her du kesan hatine amadekirin û bo dadgehê hatine şandin.

N: E: G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.