Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel şandeke Xaça sor civiya û piştî civînê jî li ser hesabê xwe yê fermî Serokwezîr derbarê naveroka civînê de wisa nivîsandiye;
Îro yekşem 14/2/2021an me pêşwaziya şandeke Xaça sor ya navnetewî bi Serokatiya berpirsê saziya han yê li Îraqê Jan Jerom kir.
Di civînê de behsa çalakiyên însanî, pilan û bernameyên saziya han yên li Îraq û herêma Kurdistanê de kir.
Şanda Xaça sor ya navnetewî spasiya hevkarî û hemahengiyên navbera saziya han û dezgehên hikûmeta herêma Kurdistanê kir bi taybetî hêzên ewlekarî, navxwe û polîs.
Herwiha behsa reformên di nava girtîgehan de kirin û ew reform bi girîng wesif kir.
Di berdewamiya civînê de me jî sitayîşa kar û çalakiyên Însanî yên Xaça sor ya navnetewî kir ku bi awayeke bê alî û pîşeyî karên xwe cîhbicîh dikin û me hêviya serkeftinê bo wan xwest û piştîvanya hikûmeta herêma Kurdistanê jî bo ser xistina karên wan diyar kir.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin