Li Mekteb siyasiya PDKê merasimeke rêzdariyê jê re hate organîzekirin.
Piştî ku îro danê sibê Siyasetmendar û têkoşerê navdar yê Kurd û endamê mekteb siyasiya PDKê Dr, Roj Nûrî Şaweyis koça dawî kir, li parlementoya Kurdistanê merasimeke rêzdariyê jê re hate organîzekirin.
Pişt re termê xwedê jê razî bo Pîrmamê hate veguhastin û bi amadebûna Serok Barzanî merasimeke rêzdariyê jê re hate organîzekirin.
Di gotara han de Serok Barzanî gotareke kurt pêşkêş kir û ragihand ku ji sala 1958an ve heta îro li gel Dr, Roj weke du bira bihevre bûne ti carî ji hev cuda nebûne û koça dawî ya wî min gelek xemgîn kir, kesekî dilsoz û fedakar bû û rêya bav û diya xwe berdewam kir.
Di merasima han de Serok Barzanî, Serokê herêmê, Serokwezîr û rayedarên PDKê û rayedarên gelek part û aliyên din yên siyasî jî amadebûn.
Piştî danîna deste gulan li ser termê xwedê jê razî, termê wî li goristana Pîrmamê bi axê hate spartin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin