yek ji wan mûşekan di nava hewşa Konsulusxaneya Çînê de ketiye erdê.
Kêliyek beriya niha 5 mûşek ku hîna nediyare ji kûderê hatine avêtin, li Hewlêrê ketine erdê.
Yek ji wan mûşekan di nava hewşeya Konsulusxaneya Çînê ya li ser cadeya 40 metrî de ketiye erdê û di encam de 2 welatî birîndar bûne û zirarên madî jî ber cîhê bûyerê ketine.
Çend mûşekên din jî li beşê leşkerî ya balefirxaneya navnetewî ya Hewlêrê yaku hêzên hevpeymanan têdene ketine erdê.
Hîn jî zaniyarî derbarê zirarên mûşekan û cîhê avêtina wan mûşekan nehatiye diyarkirin û tê payîn piştî demeke kin aliyên têkildar li ser bûyerê daxuyanî bidin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin