Dibêje pkk çekên giran û sivêk bikar aniye.
Wezareta pêşmerge ya hikûmeta Kurdistanê derbarê êrîşa îro ya pkk de ya bo ser hêzên pêşmerge daxuyaniyek weşandiye û têde behsa vê yekê kiriye ku di encama êrîşa pkkê de 5 pêşmerge şehîd bûne û 7 pêşmergeyên din jî birîndar bûne.
Wezareta pêşmerge herwiha diyar kiriye ku mafê hêzên pêşmerge yên Kurdistanê ye ku bo parastina aramiya xelk û welat, li her derê sengersaziyê bike û pêşmergeyên ku îro hatine şehîdkirin di erkeke fermî de bûne û mişxûlî parastina ewlekariya deverê bûne ku pkk bi çekên giran û sivêk êrîşî ser wan kiriye.
Wezaretê herwiha daxwaz ji hikûmeta Îraqê kiriye daku li hember liv û tevgerên leşkerî yên Tirkiyeyê li deverê gavan bavêje û daxwaz jî ji pkkê kiriye daku rêz ji serweriya axa Kurdistanê bigire û şerê han ji mala Kurd û Kurdistaniyan dûr bixe.
Wezaretê hevdem li gel şermezar kirina êrîşa han, ev yek jî diyar kiriye ku rewşa herêma Kurdistanê hesase û nikare tehemûla tişteke din ya wisa bike.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin