Mekteb siyasiya PDK daxuyaniyek derbarê êrîşa PKKê de weşand.
Îro mekteb siyasiya partiya demorkata Kurdistanê derbarê êrîşê duhêya pkk ya bo ser hêzên pêşmerge daxuyaniyek bo raya giştî belav kir.
Di daxuyaniya han de PDK rixmî şermezar kirin û mehkûm kirina êrîşa han, eşkere kiriye ku di saya ezmûna salên derbasbûyî de, ji mebest û meramên PKK baş têdegehêjin û çend caran jî bi eşkere ji PKK re hatiye gotin ku kiriyarên wan yên di nava sînorên herêma Kurdistanê de ne tenê li dijî pêgeha herêma Kurdistanê û xelkê herêma Kurdistanê ne, belku bi awayeke gelek baş xizmeta wan kes û aliyan dikin ku li dijî gelê Kurd û destkeftiyên gelê Kurdin.
PDK herwiha eşkere kiriye ku mixabin endamên pkk bi fermana raste rast ya berpirsên gomanbar yên xwe yên li Qendîlê destê xwe daye xwîna pêşmerge û di encama êrîşa wan de 5 pêşmerge şehîd bûne û 7 pêşmerge jî birîndar bûne, em vê êrîşa han bi tundî mehkûm dikin û lazime tevahiya aliyên siyasî li ser vê mijarê helwesteke cidî raber bikin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye eşkere kirin ku pkk bûye hinceteke baş bo neyarên Kurdistanê daku her gava xwestin li dijî Kurdistanê û serweriya Kurdistanê weke karteke zextlê kirinê bikar bînin.
Pkk ji roja ku ji bakûr reviyaye û hatiye herêmê, ne tenê weke panaberek bi awayeke goncaw tev negeriyaye belku ji bilî xwedî mal jî zêdetir weke dagîrkerek tevgeriyaye û hertim zirar daye herêma Kurdistanê, berejwendiyên Kurdistanê û xelkê Kurdistanê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin