Dîsa êrîşî ser balyozxaneya Amerîkayê hate kirin

du mûşek ber balyozxaneyê ketine.
کوردستان TV
100%

Komên çekdar bi mûşekan êrîş pêk anîne.

Li gor çapemeniya Îraqê berbanga îro pêncşem, komên çekdar li Bexdayê dîsa êrîşî ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Bexdayê kirine.

Li gor çapemeniya Îraqê, di encama êrîşa han de du mûşek ber balyozxaneyê ketine û sîstema berevaniya esmanî ya balyozxaneyê jî nikariye êrîşa han pûç bike.

Heta niha ti zaniyarî û hûr giliyên taybet bi êrîşa han nehatine belavkirin.

Weke tê zanîn di wan demên dawî de êrîşên dijî hêzên Amerîkî û hevpeymaniya cîhanî yên li Îraqê û herwiha balyozxaneya Amerîkayê gelek zêde bûne.

N: E. G

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.