DIŞI du welatiyên medenî kuşt

5 welatî jî birîndar kirine.
کوردستان TV
100%


Duhê bişev li Selahedînê êrîşî ser welatiyan kirine.
Çapemeniya Îraqê belav kir ku, direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li gundê Elbûciwar ya ser bi nahiyeya Zolîe ya li Selahedînê êrîşî ser malên welatiyan kirine.
Li gor çapemeniya Îraqê di encama êrîşa han de du welatiyên medenî ji aliyê terorîstan ve hatine kuştin û 5 welatiyên din jî birîndar bûne.
Çapemeniya Îraqê eşkere kiriye ku piştî êrîşa han, terorîst ji cîhê bûyerê reviyane û berê xwe dane cîheke nediyar.
N: E. G

 

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.