Peyama Serok Barzanî ya bo bîranîna 7mîn salvegera genocide kirina Êzidiyan

dibêje tişta li Şingalê qewmî berdewamiya komkujiyên dijî gelê Kurdistanê bû.
کوردستان TV
100%

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Şingal birînekê kûre li ser laş û cesteyê gelê Kurdistanê û ewê terorîstên DIŞIê  heft sal berî niha li dijî xûşk û birayên me yên Êzdiyan encam dan êş û azareke ku tu demekê ji bîra Kurdistaniyan naçê. Em baş dizanîn di dema êrîşa terorîstan ya li ser Kurdistanê, Êzdî ji ber sedema Kurdbûn û bîr û baweriya olî ve ketin ber êrîşa rik û bêwîjdaniya tawanbarên DIŞI û hatin jenosayd kirin. Ew tawana DIŞI jî li devera Şingalê encam da berdewamiya wan zincîre jenosayd û komkujî û tawanan bû ku bi dirêjahiya dîrokê li ser gelê Kurdistanê hatiye encamdan.

Li heftemîn salvegera wê karesatê da silav ji bo giyanê şehîdan û qurbaniyên wê tawanê dişînîn û bi rêz û rûmetê ve wan Pêşmergeyên qehremanan bi bîr tînîn ku ji bo azadkirina Çiyayê Şingalê û bajarê Şingalê xwîna xwe gorî kirin û serê DIŞI dirinde xistin bin piyê xûşk û birayên me yên Êzdî û tola wê neheqî û zulmê li terorîstan kirin.

Cihê daxeke zêdeye piştî derbasbûna heft salan li ser wê karesatê da hê jî êş û azarên Êzdiyan her berdewame û Şingal li destê komek hêz û çekdarane ku hîç peywendiya wan bi berjewendiya Şingalê û Êzdiyan ve nîne. Her ew jî rêgirbûne li vegerana xelk û avadankirina Şingalê. Li vir da ji bo xûşk û birayên Êzdî ewe dûpat dikim ku bi hemû şiyanek li gel daxwaz û êş û azarên wan da me. Daxwazê jî ji wan dikim li navxwe de yekrêz bin û hêviya wan hebê û wan piştrast dikim her tiştek li ser bingeha zulm û xwesepandinê bê dawiyê de her bi dawî dibe û ew rewşa neasayî û neyasayiya niha li Şingalê da heye heta serî nabê û divê xûşk û birayên me yên Êzdî bi serbilindî vegerin li ser mal û halên xwe.

Mesûd Barzanî

03.08.2021

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.