Jiber pêbend nebûn bi şîretan hatine daxistin.
Li gor daxuyaniyeke walîtiya Hewlêrê, li ser esasê biryara walîtiyê û bi hemahengî li gel komîteya parastina jîngehê, 3 rafîneyên petrolê li Hewlêrê jiber pêbend nebûn bi şîretan hatine daxistin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ev here 3 rafîne li ser rêya Hewlêr û Giwêrê bûne û jiber ku pêbendî şîretan nebûne û jîngeh qirêj kirine hatine daxistin.
Di beşeke din ya daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku tîmên taybet yên wenêrîn kirin bo karûbarên rafîneyan berdewam dibin li ser erkên xwe û her rafîneyek ku pêbendî şîretan nebe vê were daxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin