DIŞI 11 welatî revad

li ser rêya navbera Hewlêr û Mexmûrê xaleke kontrol kirinê danîne.
کوردستان TV
100%

Li ser rêya navbera Hewlêr û Mexmûrê revandiye.

Direngiya şeva derbasbûyî terorîstên DIŞIê li ser rêya navbera Hewlêr û Mexmûrê li nêzî xala kontrolkirinê ya artêşa Îraqê, xaleke kontrol kirinê danîne.

Terorîstên DIŞIê ku xala xwe ya kontrol kirinê li nêzî gundê Kendar danîbûn, 11 welatiyên sivîl revandine.

Pişt re DIŞIê 5 ji wan revandiyan azad kiriye lê 6ên din li cem xwe hêştiye.

Herwiha terorîstên DIŞIê dema xala xwe ya kontrol kirinê danîne gule li ser çend kesek jî ku li berdem xala wan ya kontrol kirinê ranewestane reşandine û di encam de 3 kes birîndar bûne ku niha li nexweşxaneya Mexmûrê têne dermankirin.

Li gor zaniyariyên berdest 2 ji wan revandiyên destê DIŞIê welatiyên Kurdin û ewin din jî Erebin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.