Istixbarata dewleta Tirk li kantona Efrînê ya dagirkirî 2 welatiyên ku hevjînên hev in revandin û birin cihekî ne diyar.
Çavkaniyên taybet ragihandin ku istixbarata dewleta Tirk welatiyê bi navê Mihemed Xelîl Hecî Hisên (40) û welatiyeke din ku navê wê nehat naskirin ku hevjîna Mihemed Hec Hisên e û ji şêniyên gundê Xulalka yê girêdayî navçeya Bilbilê ne, revandin û birin cihekî ne diyar.
Çavkanî destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk demeke berê jî li ser Mihemed Xelîl Hecî Hisên 6 hezar dolar ferz kiribûn.
Li gorî daneyan, ji destpêka îsal ve û heta Tîrmeha borî li Efrînê 356 kes ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatine revandin, 22 ji wan kesên temenmezin in, 23 jin in û 9 zarok in.
Ji anhayê hatiye wergirtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin