Peyama Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser sersala koçî

hêvî dike sala bû bibe sedema xêr û xweşiyê.
کوردستان TV
100%

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya sersala nû ya koçî, peyameke pîrozbahiyê arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê kir.

Sibê sersala koçî ye û bi vê helkeftê Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyamek belav kir. Peyama wî wiha ye:

Bi boneya sala nû ya koçî, ez pîrozbahiyên herî germ arasteyî misilmanên Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim. Ez ji Xwedayê mezin daxwaz dikim ku sala nû, bibe sala xêr û xweşî û xweşguzeranî û seqamgîrbûna aştî û aramî û bidawîbûna pandemiya koronayê li cîhan û herêmê. Ez hêvî dikim ku hûn rênimayên tendirustî û rêkarên xweparêziya ji koronayê li ber çavan bigrin û xwe biparêzin.

Ev boneya pîroz a hîcreta Pêxemberê Îslamê Hezretî Mihemed (silavên Xweda li ser bin), me han dide li ser pêşvebirina zêdetir a ruhê lêborînê û tebayî û pêkvejiyana aştiyane ya pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê.

Sala nû ya koçî pîroz be û gelê Kurdistanê û mirovahî parastî û bi sihet bin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê

Mesrûr Barzanî

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.