Dibêje daxuyaniya koma G7 pêngaveke erêniye.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett derbarê daxuyaniya koma G7 yaku têde derbarê êrîş kirine ser keştiyeke Îsraîlî li peravên Emanê Îran tawanbar kiribû, kêfxweşiya xwe ragihand û ragihand ku ev yek pêngaveke gelek girînge lê lazime tenê gotin nebe û pêngavên piratîkî jî li hember Îranê werin avêtin.
Naftali Bennett diyar kir ku, Îran û hizbulaha Libnanê hertim êrîşî ser Îsraîlê dikin û niha jî dixwazin Îsraîl bixin nava qirîza siyasî û abûriya heyî ya li Libnanê.
Nav hatî diyar kiriye ku Îsraîl bi ti awayî nikare li hember êrîşên Îran û hizbulahê bêdeng bimîne.
Bennett herwiha daxwaz ji hikûmeta Libnanê jî kiriye daku pêşî ji êrîşên hizbulahê bo ser Îsraîlê bigire.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin