Li Siûdiyeyê zêdetir ji 200 kesan hatin girtin

tevahiya girtiyan karmendên wezaretên curbicurin.
کوردستان TV
100%

Jiber gendeliyê û bertîlê hatine girtin.

Komîteya nehêştina gendelî û bertîlê li Siûdiyeyê diyar kir ku, zêdetir ji 200 kesan li Siûdiyeyê jiber stendina bertîl û gendeliyê li vê welatî hatine girtin.

Li gor daxuyaniya komîteyê ji 11ê Tîrmehê ve heta 9ê Tebaxê hêzên nehêştina gendelî û bertîlê, karîne li deverên curbicur yên Siûdiyeyê bi giştî 207 kes jiber gendelî û stendina bertîlê binçav bikin.

Ev kesên ku hatine girtin karmendên wezaretên derve, dad, tendirostî, navxwe, perwerde û bazirganî bûne.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.