Amarên dawî yên Koronayê hatin belav kirin

19 berketî jî canê xwe ji dest dane.
کوردستان TV
100%

Zêdetir ji 2 hezar kesên din bi Koronayê ketine.

Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.

Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî, di nava 24 seatên derbabsûyî de li seraserê Kurdistanê 2 hezar û 69 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 734 kese.

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 967 berketiyên berê jî baş bûne û 19 berketî jî canê xwe ji dest dane.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.