Li gel rayedarên vê welatî behsa çend mijaran dike.
Li gor daxuyaniyeke nivîsîngeha Sorokatiya civata wezîran ya Îsraîlê yaku ji aliyê çapemeniya vê welatî ve hatiye belavkirin, Serokê îstîxbarata Amerîkayê serdana Îsraîlê kiriye û li gel Serokwezîrê Îsraîlê, berpirsê îstîxbarata Îsraîlê û rayedarên din yên vê welatî civiyaye.
Li gor çapemeniya Îsraîlê, di civînê de giftûgo li ser rewşa giştî ya Rojhilata Navîn, êrîş, liv û tevgerên hizbulahê yên li dijî Îsraîlê û gefên Îranê jî hatiye kirin.
Her di civînan de her du aliyan tekez li ser zêdetir kirina hevkarî û hemahengiyên ewlekarî û îstîxbaratî di navbera xwe de kirine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin