Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê amarên 24 seatên derbasbûyî yên taybet bi Koronayê belav kir.
Li gor daxuyaniya wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî hezar û 632 kes bi Koronayê ketine.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Dihukê hatiye tomarkirin ku 604 kese.
Wezaretê eşkere kiriye ku di nava heman demê de hezar û 204 berketiyên berê jî baş bûne û 14 berketî jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin