Li devera Sîdekanê hatiye dîtin.
Birêveberê giştî yê karûbarê Mîn li Hewlêrê Raber Enwer ji Kurdistantvê re ragihand ku duhê yekşem tîmên ji nav birina cebelxane û paşmayiyên serdema Sedamê, li du gundên Qelîtan û Derhol yên ser bi Sîdekanê hijmareke zêde mîn û paşmayiyên cebelxaneya serdema Sedam Husên dîtine.
Enwer eşkere kiriye ku 42 mîn û cebelxaneyeke gelek zêde ya serdema rejîma Sedam ku bibûn metirsî bo ser jiyana welatiyan hatine dîtin û tîmên têkildar jî bi awayeke ewle ev mîn û cebelxaneyên han ji nav birine.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin