Li Bakûrê Rojavayê Kerkûkê hatiye teqandin.
Kompaniya veguhastina elektirîka Bakûr ragihandiye ku îro duşem, hijmareke terorîst bi teqandina çend bombeyeke vedayî xeta veguhastina elektirîkê ya Hewlêr bo Kerkûkê teqandine.
Di encama teqîna han de zirar ber du taverên veguhastina elektirîkê ketiye û yek ji wan taverên veguhastinê jî bi temamî ketiye erdê.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji ber ev kiriyara han niha beşeke gelek zêde ji Bakûrê Rojavayê Kerkûkê bê elektirîke.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin