Îran di nava lîsteya armancên F35ên Îsraîlî de ye

dibêje balefirên han hêzeke zêde dane artêşa Îsraîlê.
کوردستان TV
100%

Şerê devkî di navbera her du welatan de didome.

Govara The International Interest ya Amerîkî raportek belav kiriye û ragihandiye ku şerê devkî yê di navbera Îran û Îsraîlê de berdewame û ev her du welat jî berdewamin li gef lihev kirin û bikar anîna çekên xwe yên pêşkeftî li dijî hev.

Di raportê de hatiye diyarkirin ku li hember gefên êrîşên mûşekî yên Îranê bo ser Îsraîlê, Îran jî ketiye nava lîsteya armancên balefirên nû yên şer yên Îsraîlê yên ji cureya F35.

Di berdewamiya raportê de hatiye nivîsandin ku balefirên han hêzeke gelek zêde dane artêşa Îsraîlê li deverê de.

N: E. G

Rojhilata navîn

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.