Amarên nû yên Koronayê hatin belavkirin.
Wezareta tendirostî ya hikûmeta Kurdistanê ragihand ku di nava 24 seatên derbasbûyî de li seraserê Kurdistanê bi giştî hezar û 938 kes bi Koronayê ketine ku hijmara herî zêde ya berketiyan li Silêmanî hatiye tomarkirin ku 704 kese.
Wezaretê herwiha diyar kiriye ku di nava heman demê de 1987 berketiyên berê jî baş bûne û 21 kesên din jî canê xwe ji dest dane.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin