Kuştî û birîndar hene.
Peyamnêrê Kurdistantvê yê li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku îro çarşem danê êwarê, balefirên dorne bi tundî navenda bajarê Efrînê bordiman kirine.
Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê me dane, Efrîn ji aliyê dorneyên Rûsî ve bi tundî hatiye bordimankirin û 13 mûşek di nava bajarê de ketine erdê.
Di encama bordimana han de 3 kes hatine kuştin û 4 kesên din jî bi dijwarî birîndar bûne.
Hate zanîn ku armanca bordimana han civîneke komên cîhadî yên ser bi Rûsyeyê bûye ku li nêzî benzînxaneyek li kolana Mazotê ya Efrînê hatibû lidarxistin.
Piştî bordimana han Tirkiye jî gundên derdorê topbaran kiriye lê hîn jî zaniyarî derbarê zirarên topbaranê de nehatine bidestxistin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin