Erbil 38°C Saturday 16 Aug 12:20

Şêx Cefer: Di demeke kêm de tevahiya hêzên pêşmerge têne yekxistin

dibêje astengiyên berdem prosesa yekxistinê hatine derbaskirin.
کوردستان TV
100%

Vê dibin sîbana wezareta pêşmerge de werin yekxistin.

Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê û berpirsê karûbarê leşkerî yê Serokatiya herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa diyar kiriye ku niha her du hêzên piştîvaniya 1 û 2 ku hijmara wan zêdetir ji 15 hezar kese û tevahiya çekên giran di destê wan dene, ketine bin sîbana wezareta pêşmerge û tenê ji wezareta pêşmerge ferman werdigirin.

Şêx Cefer diyar kiriye ku vê di demeke gelek kêm de tevahiya hêzên din yên pêşmerge di çarçoveya wezareta pêşmerge de werin yekxistin û weke artêşeke nîştimanî di bin sîbana wezaretê de kar û xebatên xwe bimeşînin.

Nav hatî diyar kiriye ku beriya niha astengiyên gelek zêde li berdem prosesa yekxistina hêzên pêşmerge de hebû, lê niha piraniya wan astengiyan hatine derbasbkirin û prosesa yekxistinê jî gelek bi başî birêve diçe.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.