Qubad Talebanî gerînendetiya civîna wezareta pêşmerge kir

prosesa reforman bi başî pêşve diçe.
کوردستان TV
100%

Civîn taybet bû bi reformên nava wezareta pêşmerge.

Îro Cigêr Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî gerînendetiya civîneke taybet ya wezareta pêşmerge kir.

Di civîna han de yaku taybet bû bi reformên nava hêzên wezareta pêşmerge de, Qubad Talebanî ragihand ku lazime hêzên pêşmerge werin yekxistin û guhertinên hewce werin kirin û hêzên pêşmerge lazime bi yek araste ku ev jî arasteya nîştimanî û netewiye tev bigerin.

Her di heman civînê de wezîrê pêşmerge jî raportek derbarê prosesa reformên nava wezareta pêşmerge pêşkêş kir û anî ziman ku di vê çarçoveyê de gelek pêngavên baş hatine avêtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.