Bordiman li Efrînê pêk hatiye.
Li gor zaniyariyên herêmî, îro sêşem danê sibê, balefirên şer yên Rûsyeyê, çend pêgehên komên cîhadî yên Tirkiyeyê li Efrînê bordiman kirine.
Li gor zaniyariyên han, balefirên şer yên Rûsyeyê li navçeya Şêrawa ya ser bi Efrînê, navendeke perwerde kirina koma cîhadî ya Feyileq Şam bordiman kirine.
Heta niha derbarê zirarên bordimanê de ti zaniyarî nehatine bidestxistin.
Ji aliyeke din ve topxaneyên Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê jî weke bersif danê dest kirine bi topbaran kirina gundewarên herêma Şera ya Efrînê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin