Agir bi daristanên Bedlîsê jî ket

jiber bêdengiya hikûmetê xelk bo xwe hewl bo vemirandina agirê dide.
کوردستان TV
100%

Xelk bo xwe hewl bo vemirandina agirê dide.

Li gor zaniyariyên ku dest Kurdistantv ketine, îro danê sibê agireke mezin bi daristanên Bedlîsê ya li Bakûrê Kurdistanê ketiye.

Jiber ku hêzên hawar hatinê û aliyên têkildar yên hikûmetê heta niha bo vemirandina agirê ti gavek neavêtine, şêniyên Bedlîsê bo xwe bi derfetên xwe yên kêm hewl bo vemirandina agirê didin.

Ji aliyeke din ve ev 14 roje ku daristanê Dêrsîmê li Bakûrê Kurdistanê jî dişewitên û heta niha hikûmet ti gavek bo vermirandinê ne avêtiye û rê jî nade xelk agirê vemirîne.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.