Konsuluê Amerîkayê li gel Cîgirê Serokê herêmê civiya.
Îro Cîgirê Serokê herêma Kurdistanê Mistefa Seyid Qadir pêşwaziya Konsulusê Amerîkayê yê li Hewlêrê Robet Palladino kir.
Di civînê de Mistefa Seyid Qadir jiber destbikar bûna wî weke Konsulusê nû yê Amerîkayê yê li Hewlêrê pîrozbayî li Robert Palladino kiriye û jiber kuştina leşkerên Amerîkî di wan demên dawî de li Efxanistanê de sersaxî da Amerîkayê.
Di civînê de her du alî nîqaş li ser serdana Serokê Franseyê bo Kurdistan û Îraqê kiriye û Konsulusê Amerîkayê ji Cîgirê Serokê herêmê re ragihandiye ku Amerîka bi temamî hêzên xwe ji Îraq û Kurdistanê navekêşe û rewşa Îraq û Efxanistanê gelek jihev cudaye.
Palladino herwiha diyar kiriye ku hêzên Amerîkî berdewam dibin li ser hevkarî kirin û perwerde kirina hêzên pêşmerge û artêşa Îraqê.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin