Tevahiya wan çalakvanên siyasî bûne.
Li gor raporteke navenda mafên mirovan ya Hengawê, di nava meha Tebaxê de hêzên ewlekarî û îtlaata Îranê operasiyonên xwe yên li dijî welatiyên Kurd domandine.
Li gor raporta Hengawê tenê di mehaTebaxê de hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li seraserê Rojhilatê Kurdistanê bi giştî 44 welatiyên Kurd ku piraniya wan çalakvanên siyasî bûne binçav kirine.
Tenê 26 çalakvan li parêzgeha Urmiyeyê hatine girtin û 12 çalakvanên din jî li parêzgeha Sine û 4 çalakvan li Kirmaşanê û çalakvanek jî li parêzgeha Îlamê hatine girtin.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin