Li Hewlêr û derdorê tîmeke 5 kesî hate girtin

dosyeya wan hatiye amadekirin û vê radestî dadgehê werin kirin.
کوردستان TV
100%

Madeyên hişber li cem wan bûne.

Birêveberatiya nehêştina madeyên hişber li Hewlêrê ragihand ku îro di operasiyonekê de hêzên wan karîne li Hewlêr û derdorê 5 kesan binçav bikin.

Di daxuyaniya han de hatiye diyarkirin ku dema girtina wan kesan, çend hebên hişber û madeyên hişber ji cureya hîroîn, kirîstal û camayka hebûye.

Birêveberatiya nehêştina madeyên hişber herwiha diyar kiriye ku dosyeya wan kesan hatiye amadekirin û vê radestî dadgehê werin kirin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.