Waliyê Hewlêrê li gel şandeke saziya WFP civiya.
Îro li Hewlêrê Parêzgar Omîd Xweşnav pêşwaziya şandeke saziya xweraka cîhanî ( WFP) ya li Rojhilata Navîn kir.
Di civînê de giftûgo li ser kar û çalakiyên saziya han li Rojhilata Navîn de hate kirin û şanda mêwan bi awayekî kurt behsa kar û çalakiyên xwe yên ku hatine cîhbicîhkirin û yên ku di pêşerojê de cîhbicîh bike kir.
Her di heman civînê de şanda saziya WFP diyar kir ku, ev berdewam dibin li ser piştîvanî kirina herêma Kurdistanê û cîhbicîh kirina projeyan li Kurdistanê de.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin