HRE: 3 jê leşkerên Tirk, 12 dagirker hatin kuştin

piraniya kuştiyan cîhadî ne.
کوردستان TV
100%

Di rêzeçalakiyên HRE`yê li Efrînê û gundên girêdayî Babê li dar xistine de, 3 leşkerên Tirk û 9 çete hatin kuştin û 16 dagirkerên din birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî rêzeçalakiyên li dar xistine, daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyaniya HRE`yê wiha ye:

“Li hember êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên me di navbera rojên 27 û 31`ê Tebaxê de, çalakiyên bibandor li dar xistin. Di vê çarçoveyê de;

Di roja 27`ê Tebaxê de, li derdora gundê Daglîbaşê yê bajarokê Babê li hemberî baregehek çeteyên dagirker çalakiyek serdagirtinê hat lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de 5 dagirker hatin kuştin, 3 dagirker jî brîndar bûn.

Di roja 29`ê Tebaxê de, li Efrînê di encama çalakiyeke de 2 çete birîndar bûn. Heman rojê, li Ezazê, li hember serçeteyekî Cephe El-Şamiyê çalakiyek sabotajê hat lidarxistin. Di encama wê çalakiyê de serçete û çeteyekî din hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. Di vê çalakiyê de herwiha seyareyek hat rûxandin.

Di roja 30`ê Tebaxê de, li taxa Eşrefiyê ya Efrînê di encama çalakiyekê de 2 çete hatin kuştin, 4 çete jî birîndar bûn.

Di roja 31`ê Tebaxê de, li gundê Hizwanê yê bajarokê Babê li hember baregeheke artêşa Tirk a dagirker çalakiyek hat lidarxistin. Di encama wê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî brîndar bûn.

Di van çalakiyan de bi giştî, herî kêm 3 jê leşkerên Tirk 12 dagirker hatin kuştin, 16 dagirker jî hatin birîndar kirin.”

Ji anha hatiye wergirtin.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.