Hêzên ewlekarî yên Îranê 5 welatiyên din yên Kurd binçav kirin

sedema girtina wan nayê zanîn.
کوردستان TV
100%

Li bajarê Neqede ya li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin.

Operasiyonên hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd berdewamin.

Di vê çarçoveyê de navenda mafên mirovan ya Hengawê belav kir ku, roja çarşemê (duh) li bajarê Neqede hêzên ewlekarî operasiyonek li dijî welatiyên Kurd lidar xistine û di encama operasiyona han de herî kêm 5 welatiyên Kurd hatine binçavkirin.

Hengawê belav kir ku, hêzên ewlekarî ti sedemek bo girtina wan welatiyên Kurd diyar nekiriye û çarenivîsa wan jî nediyare.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.