PDK: Em piştîvaniya bihevre jiyanê dikin

dibêje baweriya me bi diyalogê weke baştirîn çareser heye.
کوردستان TV
100%

Peyvdarê PDKê gotarek pêşkêş kir.

Îro di semînarekê de Peyvdarê partiya demokrata Kurdistanê Mehmûd Mihemed behsa girîngiya ragihandinê di prosesa hilbijartinê de kir.

Peyvdarê PDKê Mehmûd Mihemed diyar kir ku, partiya demorkata Kurdistanê li dijî her cure tundûtîjiyekêye, piştîvanê serekî yê bihevre jiyana aştiyaneye.

Mihemed herwiha eşkere kir ku, PDK dikare nuneratiya tevahiya pêkhate û gelên Îraqê jî bike, jiber ku armanca PDKê reform û pêşde birina civakê ye.

Peyvdarê PDKê di berdewamiya axaftinên xwe de ev yek diyar kiriye ku di nava tevahiya pêkhateyên etnîkî yên Îraqê de berbijêrên PDKê hene jiber ku PDK netenê nuneratiya gelê Kurd belku dikare nuneratiya tevahiya pêkhateyên din jî bike.

Nav hatî diyar kiriye ku PDK ti carî nehêştiye şerê bidest xistina maf û azadiyan bibe şerê dijî ereban jiber ku pdk li dijî tesuba netewiye, PDK hertim deriyên xwe bo diylaogê vekirî hêştine jiber ku baweriya pdkê bi vê yekê heye ku kêşe tenê bi diyalogê têne çareserkirin.

N: E. G

 

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.