Di encama bûyerê de çend welatî canê xwe ji dest dane.
Birêveberê navenda hawar hatinê ya li Çemçemalê Helkewt Heme Nicim ragihand ku îro danê êwarê li navçeya Axçeler bûyereke tirafîkê di encama lihev dana du tirimbîlan de qewmiye.
Heme Nicim eşkere kiriye ku di encama bûyera han de 4 welatiyan canê xwe ji dest dane.
Qurbaniyên bûyerê keçeke temen 2 sal, du keçên temen 18 sal û xortekî temen 24 salin.
Di encama heman bûyerê de zilamek temen 32 sal jî birîndar bûye.
N: E. G
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin