Şandeke Yekîtiya Ewrûpayê serdana Kurdistanê dike

şerê dijî terorê mijareke sereke ya serdanê ye.
کوردستان TV
100%

Ev şanda han sibê tê Kurdistanê.

Nunerê hikûmeta Kurdistanê li Ewrûpayê Dilawer Xalid Ajgeyî ragihand ku vê roja sêşemê 7ê Îlona 2021an şandeke bilind ya YE serdana Kurdistanê bike.

Dilawer Xalid Ajgeyî herwiha eşkere kiriye ku şanda YE bi Serokatiya berpirsê siyaseta derve ya YEê Josep Borrell serdana Hewlêrê dike û li gel rayedarên Kurdistanê dicive.

Dilawer Xalid Ajgeyî di daxuyaniyeke taybet de ji Kurdistantv re diyar kiriye ku şanda YE vê serdana Îraqê jî bike û li Kurdistanê jî li gel Serkirdatiya siyasî ya Kurdistanê behsa çend mijarên girîng yên rojevê mina şerê dijî terorê, rewşa aware û penaberan li herêma Kurdistanê û têkiliyên navbera Kurdistan û YEê de bike.

Ajgeyî eşkere kiriye ku ev şanda han bi nuneratiya her 27 welatên endam di YE de serdana xwe pêk tîne û nîqaş kirin li ser şerê dijî DIŞIê mijareke sereke ya serdana han dibe.

N: E. G

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.